Li Iraq û Başûrê Kurdistanê qedexeya derktinê hat dirêjkirin

Li beşên din yên kurdistan û welatên cîran ku vîrûsa Corona belave, hewl tê dayîn ku bi tedbîrên tûnd rê li ber belavbûna vîrûsê were girtin.

Li Tirkiyê jimara qurbaniyan derket 30’î û metirsiya li ser girtiyan zêde dibe.

Her wiha li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî, qedexeya derketinê hat dirêjkirin.

 

Li Iraqê tevî ku rewşên pir zêde yên vîrûsê nayên dîtin, lê tedbîr tên şidandin.

Ji bo pêşgirtina li belavbûna vîrûsê qedexeya derketinê li welat heta 28 Adarê hat dirêjkirin.

Li Iraqê îro 19 kes bi vîrûsê ketin û 3 kesên din mirin û jimara giştî ya qurbaniyan li Iraq û Başûrê Kurdistanê bû 20 kes.

Li Herêma Başûrê Kurdistanê tedbîr û pîvanên li dijî vîrûsê tundtir dibe.

Êdî destûr nayê dayîn welatî bi piyan hatinûçûnê bikin û dema qedexeya derketina derve heta 1’ê Nîsanê hat dirêjkirin.

Qeymeqama Helebçe jî ragihand ku ger pêwîst bike, ewê ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsê, tedbîrên tundtir bigrin û bang li şêniyan kir ku baweriya xwe bi nûçeyên ne rast neynin.

Li wargeha Mexmûrê ti rewş nehatine tesbîtkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku 249 rojin di bin ambargoyê de ye jî, li dijî vîrûsê tedbîrên pêwîst hatine girtin û heta niha ti rewş nehatine tesbîtkirin.

Bijîşk Mihemed Roj destnîşan kir ku rewşa wargehê rojane tê şopandin û da zanîn ku li wargehê hemû şahî, cejin û merasîm hatine rawestandin.

Li Îranê îro bi sedan kes bi vîrûsê ketin

Li Îran û rojhilatê kurdistanê ji ber vîrûsê rewş metirsîdare.

Wezareta Tenduristiya Îranê ragihand ku di nava 24 saetên borî de, 129 kesên din bi vîrûsê mirine û jimara giştî gihatş hezar û 685’an.

Li welat îro hezar û 28 kesên din bi vîrûsê ketin û jimara giştî gihîşt 21 hezar û 638’an.

Li Tirkiyê 30 kes ji ber corona mirin

Li Tirkiyê jî vîrûs bi lez, belav dibe.

Li gorî daneyên desthilat Tirkiyê belav kirine, heta niha 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1256 kes bi vîrûsê ketine.

Balkêşe ku piştî rexneyên muxalefetê yên ku hikumet daneyên rast vedişêre, rojane bîlançoya tê ragihandin 2-3 qat zêdetir dibe.

Mazlum Koç: Li girtîgehên Tikriyê tedbîr tune ne

Vîrûsa Corona êdî metirsiyeke mezin li ser jiyana girtiyên li Tirkiyê çêdike.

Rêveberê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan Mazlum Koç, da zanîn ku bi belavbûna vîrûsê li girtîgehan re, gelek girtiyên nexweş hene û rewşa wan giran dibe û li girtîgehan tedbîrên pêwîst nayên girtin.

Her wiha 20 saziyên demokratîk ên li Ewropayê jî, ji ber metirsiya vîrûsê, xwestin girtiyên siyasî yên li Tirkiyê bên berdan.

Back to top button