Bêyî beşdariya Rûsya, dewleta Tirk dewriyeyek li riya m4 pêk anî

Li Idlibê, bêyî beşdarbûna Rûsyayê, dewleta Tirk dewriyekyeke li ser riya M4 a Lazqiyê-Heleb pêk anî.

Li gel bêdengiyekê, îro dewriyeyek li ser riya M4 a navdewletî ya Heleb-Lazqiyê geriya.

Lê ev dewriye tenê ji maşîneyên leşkerî yê dewleta Tirk a dagirker pêk hat.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku dewriyeya navborî ji gundê Tirnebe yê rojavayê bajarê Seraqiba Idlibê dest pê kir û li herêma Misêbîn li gundewarê Idlibê bi dawî bû.

Çavdêriyê dazanîn ev dewriye ya pêncemîn e ku bêyî hêzên Rûsî digere û tenê ji maşîneyên dewleta Tirk pêk tê.

Duh jî têkildarî binpêkirina agirbesta Puitn-Erdogan, Rûsya ragihandibû ku 20’ê Adarê agirbest 4 caran hatibû binpêkirin.

Agirbesta navbûrî 5’ê Adarê li paytexta Rûsiya Moskovayê pêk hatibû.

Back to top button