Ji bo bikaranîna tecrubeya ”KÎT” perwerde hat destpêkirin

Pisporek ji peymangeha Piyas PIS a Swêdê perwerdeyê dide.

 

20’ê Adarê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civînekê çapemeniyê tecrubeya ku dikare vîrusa Coronayê ya nû di 30 saniyan de diyar bike, ragihand.

Ev tecrûbe di encama keda hevpar a Desteya Tenduristiyê û peymangeha Piyas PIS a Swêdê de pêk hat.

Îro pisporek ji peymangeha Piyas PIS a Swêdê ya bi navê Merziya ji bo endamên taqîgehên bakur û rojhilatê Sûrî perwerdek da destpêkirin.

Ev perwerde ji bo bikaranîna tecrubeya ”KÎT” li nexweşxaneya Gel a li navçeya Amûdê hatiye destpêkirin.

Pispora bi navê Merziya di perwerdeyê de diyar kir ku gerek doxtok an jî hemşîre dema fehiskirinê divê herî kêm metreyekê dûrî nexweş bikevin.

Her wiha mask, lepik û cilên taybet ên xweparastinê jî li xwe bikin.

Merziya anî ziman ku eger nexweşî li ser kesekî hat tesbîtkirin divê yekser ji bo nuqteyên tenduristiyê were veguhestin.

Her wiha cihê ku ew kes li wir bû divê bê pakkirin.

Hat ragihandin ku dema ev perwerde bi dawî bibe wê tecrubeya ”KÎT” li nexweşxaneyên bakur û rojhilatê Sûrî were belavkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa diyar kiribû ku test ne ji bo bazirganiyê lê ji bo mirovahiyê ye.

Back to top button