Li Ramellah ciwanekî Filistînî hat kuştin

Artêşa Israîlê li Ramellah ya Filistînê ciwanekî filistînê bi guleyan kuşt.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ciwanekî filistînî bi guleyên artêşa Israîlê li navçeya Ni’lîn a rojavayî Ramellah bi hinceta ku kevir li leşkerên Israîlê xistine, hat kuştin.

Artêşa Israîlê jî li ser heman bûyerê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku artêşa Israîlê Hewlidana tevliheviyê ku ji aliyê çend ciwanên ku kevir li erebeyên Israîllê dixistin, têk bir.

Artêşa di daxuyaniyê de anî ziman ku piştî guman li ser hin ciwanên ku kevir diavêtin çêbû, artêşa Israîlê ew gulebaran kirin, kesek hat kuştin û yek birîndar bû.

Back to top button