Vîrûsa Corona,, ji ber ferzkirina çavdêriya li malê, hewaya cîhanê paqij dibe

Ji ber belavbûna vîrûsa corona, li gelek welatan jiyan rawestiyaye. Ji ber rawestandina kargeh û jiyana aborî, li van welatan hewa paqij bûye.

Wêneyên ku setalaytên ajansa fezayê ya Amerîkî (NASA) meha borî kişandine didin xuyakirin ku rêjeya Nêtrojînê ya ku ji ber tevgera erebeyan û kargehên berhemkirina enerjiyê derdikeve, li bajarê Wuhan ê Çînê, dergûşa coronayê, bi awayekî balkêş daketiye.

Nexşeya qirêja hewayê li deverê ku bi rengê sor bû, ji ber daketina rêjeya qirêjê, veguherî rengê şîn.

Her weha ajansa fezayê ya Ewrûpî jî di destpêka meha Adarê de, li bakurê Îtalyayê ku xelk li malên xwe di bin çavdêriya tenduristiyê de ne, heman tişt tomar kir.

Ajansa Ewrûpî ji nîvê Adarê ve li Madrîd û Barşelona jî ev yek tomar kir.

Ji bo rêgirtina li pêş belavbûna coronayê, li Fransa, Belcîka, Arjantîna, Tûnis, Kolombiya û li gelek welatên din çavdêriya li malê hatiye ferzkirin û ji bo naskirina paqijiya hewayê li van welatan, hinek dem gerek e.

Back to top button