Ji ber tedbîrên têne girtin, îro dîsa ti rewş li Çînê nehatin tomarkirin, lê 39 rewşên ji derveyî welat wergirtin û herî dawî 9 kesan li Wuhanê jiyana xwe ji dest da.
Li Koreya Başûr jî jimara kesên pêketî, êdî kêm dibe û herî dawî tenê 64 kes nexweş ketine.
Li Taylendê, 122 rewşên nû hatin tomarkirin û li Filipînê 16 kes pê ketin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê, mirina 7 kesan ragihand û jimara nexweşan jî 400 derbas kir.