Li ser fermana Wezareta Karê Hundir ya Tikriyê, qeyûm li Şaredariya Êlih, Farîn, Licê û Erxenî hatin bicihkirin.
Bi erkdarkirina qeyûman re hevşaredarên HDP’yî ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Hevşaredara Farqînê û Hevşaredarê Erxenî hatin binçavkirin.
Avahiyên van şaredariya ji aliye polîsên AKP’ê ve hatin dorpêçkirin û destûrê nadin kes biçe avahiyên şaredariyan.
Hikumeta AKP’ê beriya niha jî qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Mêrdîn, Wan, Colemêrgê, 29 navçe û 3 bajarokan hatibûn erkdarkirin.