Vîrûsa Corona “ji bo hemû girtî bên berdan, divê hemû kes seferber bibe”

Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Girtiyan a MED ji ber metirsiya vîrûsa korona ya li ser girtiyan, banga seferberiyê ji bo serbest berdana girtiyan kir.

Fedrasyonê bi dxuyaniyekê bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî û hiqûqnasan kir ku bi hestiyar tev bigerin û bi lezgînê divê girtî serbest werin berdan.

“Devpoşk û madeyên pakkirinê nadin girtiyan”

Her wiha Fedrasyonê û Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê serdana 12 girtîgehên li Kurdistanê kirin û li ser çavdêriyên xwe rapor amade kirin.

Parêzeran diyar kirin ku maske û madeyên pakkirinê yên pêwîst nadin girtiyan û destnîşan kirin ku girtî di nava metirsiyê de ne.

Parêzvanên mafên mirovan: Bila bi lez girtîgeha Îmraliyê vala bikin

Ji bo heman mijarê Parazvanên mafên mirovan jî bal kişandin ser rewşa Rêber Ocalan ku 21 sal in li Girava Îmraliyê di tecrîdê de ye û xwestin deriyê Îmraliyê vebe û Ocalan bi lez serbest bê berdan.

Back to top button