Kerkûk,,Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Polîsên Federal kir

Serê sibeha îro çeteyên DAIŞê li nêzîkî zeviyên petrolê yên li başûrê Kerkûkê êrîşî Polîsên Federal kir.

Li gorî agahiyan heta niha encamên êrîşê nehatine zanîn.

Her weha çeteyên DAIŞê baregeheke Polîsa Federel li nêzîkî zeviyê Xebaz ê petrolê bombebaran kir û di encamê de polîsek birîndar bû.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, rewşa Kerkûkê ne aram e û hêzên Iraqî nekarin sînorekî ji êrîşên çeteyên DAIŞê re deynin û ewlehî û aramiya parêzgeha Kerkûkê biparêzin.

Back to top button