Rejîma Sûrî: Yekem rewş li welêt hat dîtin

Piştî gelek nûçeyên der barê belavbûna Corona li Sûriyê de, duh Wezareta Tenduristiyê ya rejîma Sûrî yekem rewş li welêt ragihand. 

Wezîrê Tenduristiyê diyar kir ku, ev kes ji derve hatiye û aniha li jêr çavdêriyê ye.

Li gorî Wezaretê, keçeke 20 salî ye û wê her 4 rojan were taqîkirin heya bi temamî ji vîrûsê rehet bibe.

Li Omanê, 11 kes pê ketin û li gorî wezareta tenduristiyê 17 kes rehet bûne.

Li Kuweytê, îro tenê rewşek hatiye dîtin û bi vê re, jimara giştî nexweşan dibe 189 kes.

Li Başûrê Sûdanê, gumana pêketina 8 kesan heye

Desthilatên Başûrê Sûdanê, diyar kir ku tê payîn 8 kes bi vîrûsê ketibin.

Li Sûdanê jî weke tedbîr, ji sibe de wê qedexeya deketinê li welêt were sepandin.

Li Îsraîlê, Wezareta Tenduristiyê 135 rewşên nû tomar kirin.

Duh êvarî jî, piştî 100 rewşên nû, Siûdiyê heya 3 hefteyan qedexe ragihand.

Back to top button