Li Îranê, ji ber lehiyê 11 kesan li deverên başûrê welêt jiyana xwe ji dest da.
Li gorî desthilatên Îranî, 2 kes ji wan li bajarê Bender Ebas û 9 li parêzgeha Faris, Bû Şehir û bajarê Qomê jiyana xwe ji dest da.
Dezgehên ragihandinê yên herêmî diyar kir ku ev lehî ji duh ve rû daye û li 8 parêzgehên Îranê xistiye.
Li gorî hat ragihand, ji bilî qurbanan, gelek rê jî hatine girtin.