Salvegera 18. a koça dawî ya Seydayê Tîrêj

​​​​​​​Tevî siyasetên zordariyê ku bi sedsalan li ser Kurdan hatine meşdandin jî, lê belê gelê Kurd parastina ziman û wêjeya xwe kir û gelek wêjevan, nivîskar û helbestvan xizmeta ziman û wêjeya Kurdî kirine. Yek ji helbestvanên kurd ku mohra xwe li helbesta kurdî xistiye û pirtûkxaneya wêjeya kurdî zengîn kiriye jî, Seydayê Tîrêj e. Îro 23’ê Adarê ye 18. salvegera koça dawî ya Seydayê Tîrêj e. 

Mele Nayîf Heso ku bi navê “Seydayê Tîrêj” tê naskirin, sala 1923`an li gundê Necmûk ê girêdayî Qamişlo ji dayîk bûye.

Di sala 1937`an de berê xwe dide bajarê Amûdê da ku xwendina xwe temam bike û li wê derê 5 salan dixwîne.

Wê demê Seydayê Tîrêj gelek wêjevan, rewşenbîr û helbestvanên Kurd ên dema xwe wekî; Cîgerxwîn, Nûredîn Zaza, Hesen Heşyar, Qedrî Can û hwd.. nas kir û bi wan bandor bû. Ji wê demê ve jî dest bi nivîsandina helbestan bi zimanê Kurdî kir.

Di sala 1952`an de hêzên ewlehiya rejîma Baasê Seyda digirin û komhelbesteke wî desteser dikin. Ji ber vê yekê jî gelek helbestên wî yên wê demê wenda bûne.

Seydayê Tîrêj di nivîsandina helbeseta bi qafiye de ku hemû mijarên civakî, dozên neteweyî, niştîmanî, her wiha evînî û xwazaya Kurdistanê şîrove dike, rêya hevalê xwe Cîgerxwîn şopand.

Helbestvan Seydayê Tîrêj di jiyana xwe de bi sedan helbest nivîsandin û di 3 komhelbestên bi navên “Xelat, Zozan, û Cûdî” de hatine komkirin. di wan de hezkirina xwe ji Kurdistanê re reva dike, Ji ber ku her komhelbestek li ser navê çiyayekî kuristanê ye. Her wiha gelek hunermendên Kurd helbestên Tîrêj strane.

Hin destanên Kurdî kirine beytên helbestan, wekî destana “Siyabend û Xecê” ku kir 335 beytên helbestan û romana Sîpan û Perwînê di 400 beytên helbestan de kom kir.

Her wiha belgeya jidayîkbûna pêxember ji bo Kurdî werger kiriye û gelek helbestên din nivîsîne ku hê jî nehatine çapkirin.

Tîrêj di piraniya helbestên xwe de banga serhildanê û şikandina tirsê li ciwanên Kurd kiriye û helbestên li ser jinê jî nivîsîne.

Piştî ku pirtûkxaneya Kurdî bi helbest û berhemên xwe yên wêjeyî zengîn kir, Seydayê Tîrêj di 23`ê Adara 2002`an de di temenê 79 saliyê de, jiyana xwe ji dest da.

Seydayê Tîrêj pirtûkxaneya Kurdî bi sedan helbestan zengîn kir û mîrasekî çandî û wêjeyî li pey xwe hişt.

Bi helbest û berhemên xwe yên wêjeyî, Seydayê Tîrêj bû çavkaniyeke dewlemend ji bo xwendekarên wêjeya kurdî û nifşên nû.

Dema ku mirov kîjan helbesta wî dixwîne, mirov dilekî tijî hezkirina welêt dibîne, Tîrêj heta dawiya emrê xwe, tekane xwena li ber çavên wî, dîtina kurdistaneke azad bû.

Back to top button