Çeteyan Li gundê Kaxrê Jina 21 salî revand

Artêşa dewleta tirk a dagirker li gundê Kaxirê yê navçeya Mabata jinek revand û bace li şêniyên gundê Cûqê yê Efrînê ferz kir.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku Istixbarata Tirkiyê jina kurd bi navê Şêrîn Mihemed a (21) ji gundê Kaxrê yê Şiyê revand û heya naha jî çaranûsa wê ne diyar e.

Çavkaniyan dan xuyakirin ku berî bi demkî jî hevjîna Şêrînê, Hemûdê Qaso jî hatibû revandin.

Çeteyan bace li ser Şêniyên gundê Cûqê yê Efrînê fer kir

Li aliyek din çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li gundê Cûqê yê Efrînê jî 15 hezar L.S bac li şêniyên ku li malên xizmên xwe bi cih bûne, ferz kir.

Back to top button