KURD Û DOSTÊN XWE LI GELEK BAJARÊN EWROPAYÊ LI QADANBÛN

Ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û qedexeya li ser PKK’ê li welatên Ewropayê gel daketin qadan.

Kurd û dostên xwe li Fransayê, Awûstûrya , Hollandayê û Îtaliyayê çalakî lidar xistin û azadiya fizîkî ya rêberê xwe Ocalan xwestin.

Li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan û qedexekirina PKK’ê li welatên Ewropayê kurdistanî li qadanin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, meşek hat lidarxistin.

Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Viyanayê pêk hat û Kurdistanî ji gelek eyaletan tevlî bûn.

Destpêkê Hevserokê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk li Awûstûryayê Halîs Sever axivî.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî çalakiyek li ber Navenda Çanda Kurdistanê pêk hat.

Di çalakiyê de gelek belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

Li bajarê Montpellîerê ê Fransayê jî meşek hate lidarxistin.

Piştre li meydana Comedîayê daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de biryara DYA’yê ya li dijî hersê pêşengên PKK’ê hate şermezarkirin.

Her wiha li ser mijarê gelek belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

Li bajarê Den Haag ‘Laheyê’ ê Hollandayê jî meşek hate lidarxistin.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û ‘Êlek Zer’ên Hollandî pişgirî dan çalakgeran.

Her wiha ji bo destek ji greva birçîbûnê ya parlementera HDP’yî Leyla Guven re were dayin, greva birçîbûnê ya bê dawî û dorveger dest pê kir.

Grev bi silogana “Em Rêber Apo azad bikin” pêk tê.

 

Leave a Reply

Back to top button