Şerê li Lîbyayê 4 Leşkerên Tirk û Serçeteyekî Sûrî hatin kuştin

Piştî şerekî dijwar û dorpêçeke dirêj, 4 leşkerên Tirk û serçeteyekî Sûrî hatin kuştin.

Odeya Operasyonên Herêma Rojavayî ya girêdayî Artêşa Niştimanî ragihand ku leşkerên Tirk piştî dorpêçeke dirêj li derdora Eyn Zarayê hatin kuştin û yê Sûrî bi birîna xwe ya giran mir.

Odeya Operasyonên Artêşê diyar kir ku, çeteyê Sûrî berî bimire mukur hat ku 10 Tirk û 8 Sûrî reviyane, ku van kesan banga piştevaniyê ji baregeha Miêtîqayê kiribû, lê ji ber dorpêçê, banga wan bi cih nehat.

Piştî hikumeta Wîfaqê ev term wernegirtin, berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî ji desthilatên Tirkiyê xwest ku termên leşkerên xwe werbigirin.

Back to top button