Şaneya krîzê ya herêma Cizîrê di roja yekemîn a biryara qedexeya derketina derve de, spasiya şêniyên li gorî biryarê tev geriyan, kir.
Şaneyê, bi nameyekê diyar kir ku Tevahiya komîteyên xizmetguzarî, av û karmendên pakkirinê di nava liv û tevgerê de bûn û Komîteyên temwînê li ser dikanan digerin û bihayan kontrol dikin.
Şaneya Kirîzê spasiya gel kir, ji ber ku perspektîvên Rêveberiya Xweser, bi cih anîn û bang li gel kir ku tedbîrên hatine ragihandin heta dawî ji bo parastina silametiya giştî pêk bînin û bi saziyên têkildar re hevkar bin.
Şaneya Kirîzê ya Cizîrê, gel agahdar kir ku dema qedexeya derkertina derve wê heya 15 rojan bidome.
Her wiha ragihand ku pêngava pakkirina tax û cihên giştî, wê îro dest pê bike.