Vîrûsa Corona..Heya niha 16508 kes li giştî Cîhanê mirine

Dawîn bîlançoyên qurbanên Corona li sernaserî cîhanê, rojane zêdetir dibin û mirovahiyê bêhtir dixin nava metirsiyê.

Li gorî danayên Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî, jimara giştî nexweşan bûye 381 hezar û 16 hezar û 508 kes bi vîrûsê mirine.

Jixwe Îtalya ya herî qurban daniye û jimara wan 6 hezar derbas kiriye.

Li Çînê ku navenda sereke ya derketin û belavbûna Corona bû, ji vê jimarê kêmtir qurban danî, ku 3 hezar û 151 kes mirine heya niha.

Paşê Spanya tê, li wir 2 hezar û 311 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Îran jî ku bilez vîrûs lê peyda bû, di asta 4an de û hezar û 812 kes bûne qurban.

Li Fransa jî, jimara qurbanan nêzî hezarî dibe.

Back to top button