“UNICEF”, ji ber qutkirina avê, hişyarî da Tirkiyê

Di demeke ku Corona bilez belav dibe de, Neteweyên Yekbûyî hişyarî da dewleta Tirk û komên wê yên çete ku ava li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî qut kirine, vegerînin. 

Fona Alîkariya bi Zarokan re ya NY (UNICEF), bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk li Serê Kaniyê ku dagir kiriye, rojane nahêle av ji stasyona avê belav bibe û astengkirina avê yekser ji aliyê Enqereyê ve tê kirin.

Nûnerê Sûriyê yê UNICEF’ê Fran Equiza ragihand, qutkirina avê di serî de ji bo jin û zarokan metirsiyeke mezin e û ev yek nayê qebûlkirin.

Equiza ev polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk bi tundî rexne kir û bi bîr xist ku bi vî rengî gef li jiyana mirovan tê xwarin û got:

“Çavkaniyên avê divê ji bo destketiyên siyasî û leşkerî neyên bikaranîn.”

Li gel ambargoya avê, metirsiya belavbûna vîrûsa Coronayê jî dibe sedema fikarên mezin.

Back to top button