Li Kampa Holê, Xaça Sor a Navdewletî dest bi destwerdana tenduristî kir

Ji ber belavbûna nexweşiya Corona û ji ber zêde-metirsî li ser kampan heye, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, diyar kir ew ê desteka tenduristî bide Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Komîteyê ragihand ku nexweşxaneya wan a meydanî li Kampa Holê, dest bi girtina hemû rêkarên parêzî kiriye da rê li ber berlavbûna Coronayê bigire.

Komîteya Xaça Sor her wiha anî ziman, ew amade ne destekê bidin navendên çavdêrî û yên awarte li seranserî Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve jî, Birêveberiya Kampa Holê rêkarine hişk girtine û çûnhatina li wir qedexe kiriye.

Ev kamp, nêzî 70 hezarî penaber û malbatên çeteyên DAIŞê dihewîne û ji ber metirsiya belavbûna vê nexweşiyê li nava kampê, Desteya Tenduristiyê ya Rêvberiya Xweser banga destwerdaneke lezgîn li rêxistinên navdewletî kiriye.

Back to top button