Li Başûrê Kurdistanê 6 kesên din bi Coronayê ketin û jimara giştî nexweşên vîrûsê, bû 91 kes û heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî, heta niha 120 kesan jiyana xwe ji dest daye û îro 123 rewşên nû hatin tomarkirin.
Li gor danayên herî dawî, ji roja Yekşemê ve li parêzgeha Urmiye, 3 kesan bi coronayê jiyana xwe ji dest daye û 33 kes jî bi vîrusê ketine.
Li Urmiye û Bokanê heta niha 31 kes mirine, 428 kes bi vîrusê ketine û 218 kes jî jê rehet bûne.
Li Loristanê, 2 kesên din mirin û jimara qurbanan li parêzgehê gihaşt 32 kesan.
Li parêzgeha Sinê, kesekî din bi vîrûsê mir û 31rewşên nû hatine dîtin, bi vê re jimara giştî ya nexweşan li parêzgehê bû 265 kes.
Li Kirmanşanê jî kesekî din jiyana xwe ji dest da û 7 kesên din bi coronayê ketin.
Li Îlamê, kesek bû qurban û 17 kesên din jî nexweş ketine.