
Ji bo rûbirûkirina Corona, Hêzên Hûsî jî banga NY a rawestandina şer dipejirîne û agirbestê ragihand.
Serokê Komîteya Şoreşger a “Ensar Ellah” Mihemed Elî el-Hûsî ragihand ku ew banga Sekreterê Giştî yê NY António Guterres erê dikin û ew ê aniha şerê xwe li dijî hevbendiya welatên Ereb rawestînin.
Li gorî el- Hûsî, divê dorpêça li ser beravên asmanî û deryayî were rakirin û mûçeyên karmendan bidin wan da karibin tedbîrên xwe ji bo Coronayê bigirin.
Berî niha, Guterres bang li hemû aliyên şer li cîhanê kiribû ku divê şerê xwe rawestînin û ji bo Coronayê tev bigerin.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Ebd Rebû Mensûr, heya niha ti rewşên Corona li Yemenê nehatine dîtin.