“Divê biryarên bendava Ilisû û Qeyûman, werin betalkirin”

Koordînasyona Heskîfê diyar kir, ji ber vîrûsa Coronayê, li cîhanê dest ji gelek projeyên hilweşîner hatiye berdan û xwest, biryarên Bendava Ilisûyê û qeyûman li Tirkiyê jî bên betalkirin.

Koordînasyona Heskîfê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir, her çi qas betalkirina van projeyên hilweşîner demkî be jî, lê belê desthilatdarî vê rewşê ji bo xwe weke firsendê dibîne.”

Koordînasyonê bi bîr xist, ku Farqîn, Licê, Erxenî û Êlih jî di nav de gelek şaredariyên HDP’î hatin desteserkirin û destnîşan kir, desteserkirina şaredariyan gefê li tenduristiya gel dixwe.

Koordînasyona Heskîfê ragihand, erkdarkirina qeyûman a bi rengekî nehiqûqî, pêwendiya xwe yekser bi Bendava Ilisûyê heye û xwest, biryarên qeyûman tavilê bên betalkirin, Bendava Ilisû bê rawestandin, devê bendavê bi kontrol bê vekirin û av serbest bê berdan.

Back to top button