LI MÊRSÎNÊ JI BO ÇALAKIYA LEYLA GUVEN DET BI GREVÊ HAT KIRIN

Piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan mezintir dibe.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêber Ocalan bê di roja 26’an de ye.

Di çarçoveya piştgiriya bi çalakiya Guven re jî li Mêrsînê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan hat destpêkirin.

Hevserokê HDP’a Mêrsînê Mustafa Işik daxuyanî da û diyar kir ku daxwaza Guven daxwaza wan e jî û got:

“Starta hemû êrîş û şer bi tecrîdkirina Birêz Ocalan dest pê kir.

Em dixwazin demildest dawî li polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan bînin.”

Piştî daxuyaniya hat dayîn çalakgeran dest bi greva birçîbûnê kir.

Leave a Reply

Back to top button