Ohd a Stenbolê: Li şûna tedbîrên giran, girtiyan berdin

Yek ji deverên ku ji ber vîrusa Coronayê di metirsiyê de ne, girtîgehên li Tirkiyê ne.

Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Parêzer Destîna Yildiz, anî ziman ku bi tedbîrên ku li girtîgehan têne girtin, tecrîda li ser girtiyan girantir dikin û got: “Li şûna tedbîran, divê girtî bên berdan.”

Her wiha Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî ya Marmara Husnu Taş jî, bal kişand ser metirsiya vîrûsa Corona û diyar kir ku eger vîrûs li girtîgehan belav bibe, wê nikaribin pêşiya wê bigirin.

Odeyên Bijîşkan: Metirsî li girtîgehan heye

Serokê Odeya bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Deger û yê Bedlîsê Osman Fatîh Şanli jî der barê heman mijarê de diyar kir, girtiyên ku pergala wan a parastina bedenê lawaz e, divê tavilê bên berdan.

“Bila li girtîgeha Îmraliyê lêkolîn were kirin”

Her wiha Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Erziromê Medenî Aygul jî bang kir ku Girtîgeha Îmraliyê jî di nav de, divê desteyeke serbixwe li hemû girtîgehan lêkolîn û venêrînê bike.

Back to top button