Çeteyan jinek û mêrek li Efrînê revandin

Kirinên hovane yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, berdewam dikin. Herî dawî jinek û mêrek hatin revandin.

Malpera Afrin Post ragihand ku, berî 2 rojan jina bi navê Şêrîn Mihemed ji gundê Kaxir yê navçeya Mabatayê, hat revandin.

Çeteyan, piştî berdana hevjînê Şêrîn bi demekê, ew ji mala wê ya nêzî çerxerêya Maratayê revand.

Meha borî, çeteyên dewleta Tirk jina bi navê “Eyşa Xelîl Kidro” li gel 4 jinên Êzîdî, ji gundê Birc Ebdalo revandibûn.

Sivîlê bi navê Fexrî Ebû Elî yê ji navçeya Şera jî hat revandin û ew birin cihekî nediyar.

Li gorî agahiyan, Fexrî careke din berî niha hatibû revandin û piştî dayîna milyonek L.S hatibû berdan.

Back to top button