MSD: Vîrusa Coronayê, cihan û mirovahî xistiye metirsiyê

Meclisa Sûriya Demokratîk têkildarî vekirina sînorê Sûriyê bi hin dewletên cîran ku vîrusa Koronayê lê belav bûye mîna Îran û Tirkiyê, hişyar da. MSD’ê diyar kir ku vekirina sînor wê ji bo gelê Sûriyê xetereyê bîne, bi taybet herêmên ku dewleta tirk dagirkirye. 

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku belavbûna vîrusa Koronayê hebûna cîhan û mirovahiyê xistiye metirsyê.

MSD’ê destnîşan kir ku girêdana xurt a hikumeta Sûriyê bi Îranê û hiştina tevgera balafirgehan û vekirina sînor bi dewletên cîran re dê xetereyeke mezin li welat pêk bîne.

MSD’ê hişyarî da û got: ”Divê dergeh û balafirgehên bi wan dewletan re bên girtin”.

Di daxuyaniya MSD’ê de bal hat kişand li ser herêmên dagirkiriî mîna Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablus, Ezaz û Idlib û diyar kir ku belavbûna Vîrûsê li wan herêman mezin e, ji ber vê yekê divê hikumeta Sûriyê hişyar be.

MSD: Bang li hikumeta Sûrî kir, bi rihê berpirsyarî tev bigere

Her wiha MSD bang li hikumeta Sûriyê kir ku bi rihê berpirsyarî tev bigerin û bi Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî re hevkar bin.

Li aliyekî din jî MSD bang li NY’yê kir ku bi erkên xwe yên mirovî rabin, xebata vekirina dergehên sînor li pêş alîkariyên mirovî û bijîşkî bi taybet dergeha Yeirûbiyê bikin.

Hikumeta Sûriyê ragihand dibû, yekemîn rewşa pêketina vîrusê ji derveyî welat hatiye.

Back to top button