Li gel serkeftinên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê û dorpêça ku li ser wan sepandiye, çeteyên hikumeta Wîfaqê rêyên ku herêma başûr û Terablusa paytext bi hev girêdidin, mayîn dikin.
Berpirsê Buroya Ragihandina ya Ketîbeya 152an a Artêşê Lîbî Miftah el-Me’zeb, ragihand ku endamên ketîbeyê di dema dewriyan de, komeke bombe û mayîn li ser rêya di navbera devera el-Qeryat û el-Şiwêrf de dîtin.
Li gorî el-Me’zeb, xebatkarên endezyariya leşkerî karîbûn van mayînan ji hev bixin.
El- Me’zeb destnîşan kir ku, komên çete yên bajarê el-Zentan ev rê bombe kirine.
Li gorî berpirsê Artêşa Lîbî, çete dixwazin bi vê yekê, zext û dorpêça li ser wan hatiye sepandin, sivik bikin.