Asayîşa li Başûrê kurdistanê li Germiyan bi darê zorê endamên Tevgera Azadî ji navendaên wan derxistin û navend girt.
Piştî ku endamên Tevgera Azadî li navenda xwe ya Germiyanê 5 rojan li ber xwedan, îro asayîşê bi zorê wan derxist û navend girt.
Endamên Meclîsa Germiyan yên Tevgerê têkildarî girtina navendê daxuyaniyek çapemeniyê dan û wiha gotin:
“Biryara girtina navendên me li dijî azadiyê ye.
Ji vê biryarê tê xwiyakirin ku Herêma Başûrê kurdistinê ne azad e û ketiya bin zexta Tirkiyê û Îranê.
Em ê weke Tevgera Azadî têkoşîna xwe dewam bikin û li pey rêbaza xwe bin.
Em daxwaz ji hemu aliyên siyasî jî dikin ku helwesta xwe li dijî vê biryarê nîşan bidin.”