Çeteyên DAIŞ’ê dixwazin ji krîza Corona sûd werbigrin

Li seranserê cihanê 2 tiştên ku mîna hev heye.

Yek vîrûsa corona ku bûye bela serê cîhanê, ya din jî DAIŞ’e.

Serçeteyên DAIŞ’ê dixwazin krîza ku vîrûsa corona li cihanê dayî avakirin ji bo xwe bikar bênin.

Serçeteyên DAIŞ’ê bi peyaman ji çeteyên girtîre dixwazin aloziyan derbêxin.

DAIŞ li bendêye Corona wan xelas bike…

Çeteyên DAIŞ’ê dixwazin ji krîza ku vîrûsa Corona daye avakirin istifadeyê bigrin.

Çeteyan hefteya derbasbûyî vîrûsa corona weke seferên xaçiyan binavkiribûn.

Wisan xuyaye ku çeteyên DAIŞ’ê dixwazin vîrûsa Corona li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin.

Lêkolîneran diyar kirin ku vîrûsa Corona têkoşîna navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê ya li Iraq û Sûriyê lewaz kiriye.

Divê çarçoveyê de lêkolînerê navenda Soufan Center, Colin P. Clarke ya navenda xwe li New York e got,

Ji ber vîrûsê û belvbûna bala cihanê ya li ser metirsiya DAIŞ’ê, çete careke din di nava hewildanên xew komkirina ser hev de ne.

Clarke anî ziman ku dibe DAIŞ jî ji vê yekê zererê bibîne û ev tişt li gotinên xwe zêde kir.

Girtiyên DAIŞ’ê jî ji vê vîrûsê wê ne bêpar bin.

Nêrîna xwe didin li ser tiştên tenduristî yên jiyanî.

Ji ber vê yekê DAIŞ’iyên şer jî dikin dibe ku bi hêsanî bi vîrûsê bimrin.

DAIŞ’ê bi daxuyaniyeke ku di meha Adarê de dabûn, ji çeteyan xwestibû ku berê xwe bidin herêmên ku vîrûs lê nîne.

Çete bi îdaya şerê cihadê wê wan ji vê vîrûsê xelas bike, banga rava ji girtîgeh û kampên ku lê dimênin kiribû.

Çete jî dixwazin ji rewşa vîrûsê sûdê werbigrin û birevin.

Lêkolîner û rojnamevanê Ingilîz Eymen Cewad el Tamîmî ev stratejiya çeteyan wiha şîrove kir:

DAIŞ vê vîrûsê weke fersendekê ji xwe re dibîne.

Dixwaze ji vê krîza ku derketiye xwe xelas bike.

Doh di salvegera 1. a rizgarkirina Baxoza Dêra Zorê û têkbirina çeteyên DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de, careke din rêveberiya xweser û QSD’ê banga dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê yên di zindanan de kir.

Back to top button