HPG: Li herêma Heftanîn Leşkerekî dagirker hat kuştin

HPG’ê ragihand ku li herêma Heftanînê di encama çalakiyeke sekvaniyê de leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir:

24’ê Adarê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de, gerîlyan li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Konferansê çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn û leşkerek hat kuştin.

Yekîneya Tolhildanê dîmenê çalakiya li Kanî Masî weşand

19’ê Adarê jî Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li navçeya Amediyê ya Duhokê, li dijî qereqola Kanî Masî çalakiyek kiribûn û 6 leşker hatibûn kuştin û 4 jî birîndar bûbûn.

Îro Fermandariya Yekîneya Tolhildanê dîmenê vê çalakiyê weşand.

Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ev çalakî weke bersiva êrîşên li dijî gelê Şengalê nîşan da.

Back to top button