Rêveberiya Avê ya Hesekê dest bi projeya alternatîfa stasyona Elokê kir

Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê ji bo pirsgirêka qutbûna ava Hesekê çareserî dît. Rêveberiyê diyar kir ku projeya Heme, alternatîfa stasyona Elokê ye û wê piştî 29 rojan bikeve xizmetê.

Dewleta Tirk a dagirker sûc û binpêkirinên xwe li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî didomîne.

Dewleta Tirk ev cara 4 ye ku avê li ser bajarê Hesekê û Til Temirê qut dike.

Hevseroka Rêveberiya Avê Sozdar Ehmed di demeke berê de gotibû ku li ser planeke alternatîf a kişandina avê ber bi bajarê Hesekê ve dixebitin.

Îro Rêveberiyê bi civîneke çapemeniyê ev plan eşkere kir.

Di civînê de hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Oso diyar kir ku rêbazên ku dewleta Tirk pêk tîne dûrî mirovahî û exlqaê ne.

Abdulxenî Oso anî ziman ku ew tiştan di bin neçariyê de qebûl nakin.

Her wiha ew amade ne li hember tevahî astengiyên ku dewleta Tirk li dijî gel ferz dike bisekinin.

Abdulxenî Oso bang li tevahî rêxistinên navdewletî û mirovî kir ku zextê li dewleta Tirk û çeteyên wê bikin ku ji nû ve avê berdin.

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed jî diyar kir ku wan li herêma Heme dest bi kolandina 50’î bîrên avê kirin.

Sozdar Ehmed anî ziman ku her bîrek avê bi gurbûna 13 m3 di her saetekê de dide anku bi giştî 600 m3 av dide.

Sozdar Ehmed destnîşan kir ku wan îro dest bi projeyê kirin û teqez kir ku 29 rojên din wê ev bîr ji bo dayîna avê amade bin.

Sozdar Ehmed diyar kir ku ev bîr ne li gorî asta stasyona Elokê ne, ji lew re hewl didin gelek cihên dîtir bibînin da ku bikolin.

Back to top button