Vîrûsa Corona.. Li Lîbya yekem rewş hat ragihandin

Li Lîbyayê yekem rewş hat ragihandin û li Afrîkaya Başûr jimara nexweşên Corona 700 derbas kir.

Trump jî dibêje rêkarên pêşgirtina Corona dê qurbanan zêdetir bikin û aborê hilweşînin, ji lew re dive xelk vegerin kar.

Navenda Niştimanî ya Rûbirûbûna Nexweşiyan a Lîbyayê yekem rewş li welêt ragihand.

Li gorî Navendê, ev kes welatiyekî Lîbî ye ku piştî ji Siûdiyê vegeriya bi hefteyekê, nîşaneyên vîrûsê lê peyda bûn.

Rewşa penaberên li ser sînorên Yûnanistanê, metirsîdar e

Li Tirkiyê jî, li gorî tê ragihandin 44 kesan heya niha jiyana xwe ji dest daye û rewşên nexweş gihaşt hezar û 872 kesî.

Ji ber metirsiya vê nexweşiyê, duh Komisyona Ewropî li Yûnanistanê dest bi planeke awarete kir da pêşî li belavbûna Corona li nava kampên penaberên li ser sînor bigire.

Li wir, 42 hezar kes hene, ku ev kamp tenê dikarin 6 hezaran bihewînin.

Tevî li Yûnanistanê 17 kes mirine û 695 kes nexweş ketine, heya niha vîrûsa Corona li van kampan peyda nebûye.

Tê zanîn, ev penaber weke kaxezeke zextê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine şandin û li benda vekirina sînorên YE ne.

Îtalya dîsa jimarek mezin danî û di rojekê de 743 kes mirin

Duh dîsa Îtalya jimareke pîvansaz tomar kir ku di nava 24 saetan de, 743 kes mirin.

Li Arîkaya Başûrî jî Corona bilez lê belav dibe û jimara kesên pêketî gihaşt 700.

Ji ber sepandina qedexeya derketina derve, 2.6 mliyar kes li seranserî cîhanê neçarî rûniştina malê bûne.

Trump: Wê Corona aboriya me hilweşîne, vegerin kar

Der barê vê yekê de, Serokê Amerîkayê Trump duh ragihand ku bendên sepandî ku gelek saziyên bazirganî li welêt girtine, wê bihêle xelk bimirin û rewşên xwekuştin çêbibin.

Trump got:

“Eger rewş wisa ma, wê abor hilweşe û gelek xelk xwe bikujin.

Divê em xelkê xwe vegerînin kar, ev derman ango (bendên sepandî) ji Corona bixwe xerabtir e”.

Heya niha li Amerîkayê, 50 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 660 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Li cîhanê jî, bi giştî kesên jiyana xwe ji dest daye, 18 hezar û 259 kes in.

Back to top button