6 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN Û 8 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê teqînek di nava çeteyan de rû da.

Di encamê de 6 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 8 çete jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê hatine girtin, erebeyeke bombebarkirî li nêzî mizgefa rojhilat a Cindirêsê teqiya.

Di encama teqînê de 6 çeteyên koma Nûredîn El-Zingî ya girêdayî artêşa Tirk hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Li gorî çavakiyan ragihandine rewşa li Navçeya Cindirêsê ne arame û rewşa gelek sivîlan di metirsiyê de ye.

Leave a Reply

Back to top button