Artêşa Niştimanî, droneke Tirkî li Başûrê welêt anî xwarê

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê droneke dewleta Tirk li devera el-Cefra li başûrê welêt anî xwarê.

Artêşê ragihand ku drona Tirkî hewl dida êrîşî yekîneyên wan ên li deverê bikin.

Li gorî daxuyaniya Artêşê, dron li nêzî zeviyê Zeltîn hat xwarê û bi mûşekan tijî bû.

Tevî soza herdu aliyan ew ê ji bo Corona agirbestê pêk bînin, lê duh şerekî dijwar navbera wan li başûrê Terablusê paytext rû da.

Ev yek li gel pêşketina Artêşa Lîbî li derdora Eyn Zarayê, pêk hat.

Back to top button