Êrîşên çeteyên Boko Heram.. 92 leşkerên Çadî hatin kuştin

Di êrîşeke çeteyên Boko Haram li Çadê ya Afrîkaya Navîn de, 92 leşker hatin kuştin.

Serokkomarê Çadê Idriss Déby ragihand ku êrîş li herêma Boma ya wîlayeta Lacê rû da û diyar kir, ji ber êrîşa çeteyên Boko Haram, efser jî di nav de, 92 leşkerên wan jiyana xwe ji dest da.

Serokkomar anî ziman ku yekemcar e, di êrîşekê de ev qas leşker têne kuştin.

Li gorî efserekî payebilind ku nexwest navê xwe eşkere bike, çeteyên Boko Haram bi êrîşa xwe ya herî giran, zerareke mezin gihand pergala parastinê ya artêşê.

Hate ragihandin, tevî leşkerên ketin kemînê, leşkerên ji bo alîkariya wan çûn jî ketin heman derê û bi dehan maşîneyên leşkerî jî hatin teqandin.

Back to top button