Li parêzgeha Kerkûkê jineke 70 salî ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest da, li Silêmaniyê jî 6 kesên din bi vîrûsê ketin.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku, li gorî testan, li Silêmaniyê 6 kesên din bi vîrusa Coronayê ketine.
Li gorî wezaretê, 5 kes ji nexweşan rehet bûne û çûne malên xwe.
Li Herêma Başûrê Kurdistanê heta niha 97 kes bi vîrusê ketine, ji wan 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Her weha Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî ragihand ku 50 kesên din bi Coronayê ketine û di nava 24 saetên borî de, 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 13 kes jî rehet bûne.
Li Iraqê heya niha 316 kes pê ketine, 27an jî jiyana xwe ji dest daye û 75 kes ji vîrûsê rehet bûne.