Çeteyan, sivîlek ji navçeya Cindirêsê revand

Binpêkirinên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê berdewam dikin û dîsa sivîlek ji Efrînê hat revandin.

Malpera Afrîn Post ragihand ku çeteyan sivîlê bi navê Riyad Henan Hesen ê 50 salî ji gundê Miskê yê navçeya Cindirêsê revand.

Li gorî malperê, ji 23yê Adarê û heta niha, çarenûsa Riyad nediyar e.

Şêniyekî Idlibî, ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hat kuştin

Li aliyekî din jî, Navenda Belgekirina Binpêkirinê Bakurê Sûrî ragihand ku, duh termê ciwanê Sûrî “Ebduselam Eteriyê” ji aliyê şêniyên Gundê el-Frûqiyê yê Idlibê hat dîtin.

Li gorî agahiyan, Ebduselam Eteriyê dema hewl dide derbasî Tirkiyê bibe, ji aliyê Cendirmeyên Tirk ve hat êşkencekirin û ew avêtibûn Çemê Asî.

15’ê Adarê jî, ciwanê bi navê Memdûh Hesen el-Eswed ê ji bajarokê Derkûş ê Idlibê, ji aliyê Cendirmeyan ve hatibû kuştin.

Li gorî Rêxistinên Navdewletî, ji 2011 heta 2020’an, 459 kes li ser sînorê Sûrî-Tirkî, ji aliyê cendirmeyan ve hatine kuştin.

Back to top button