KCD: Destê xwe ji nirx, vîn û şaredariyên kurdan bikişînin

Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê bertek nîşanî bicihkirina qeyûman li şaredariyên HDP’ê da û diyar kir ku divê AKP’ê demeldest destê xwe ji nirx, vîn û şaredariyên gelê kurd bikişîne.

KCD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku îro jî polîtikayên şer, tundî, zext, binçavkirin, pişaftin a hikumeta AKP’ê didome û diyar kir ku tevî Virusa Koronayê li her derê cîhanê belav bûye, deshilat şaredariyên gelê kurd dagir dike û bi ser malên hevserokan digirin û wan binçav dike.

Partiyên Sosyalîst: Qeyûm ji tenduristiya gel re darbe ye

Her wiha Partiyên Sosyalîst jî bertek nîşanî bicihkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê da û diyar kirin ku şaredariyên ku divê xizmetê bidin gel veguherandine qereqolan û qeyûm ji tenduristiya gel re darbe ne.

Partiyan diyar kir ku AKP’ê bi erkdarkirina qeyûman di vê demê de vîna gelê kurd tune dike û nayê qebûlkirin ku vîn û tendustiya gel tune bê hesibandin.

Back to top button