KCK: Divê gelê me vîrûsa AKP-MHP’ê ji nava xwe derxe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi zanebûn dijminatiya Kurdan, hêzên demokrasiyê û mirovahiyê dike.

KCK’ê bang li gelê kurd kir ku divê gel xwe bi rêxistin bike û bi têkoşîna xwe mafê xwe bi dest bixe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên dewleta tirk li ser kurdan şermezar kir .

KCK’ê îşaret bi metirsiya vîrûsa coronayê li tevahî cîhanê û Tirkiyê kir û diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKA-MHP’ê ji bo li ser piyan bimîne êrîşên xwe li dijî kurdan û hêzên demokradiyê didomîne.

KCK’ê destnîşan kir ku di rewşa coronayê de gelê kurd û şaredarî ji bo pêşîgirtina li vîrûsê dixebtin, lê AKP’ê li şûna 8 hevşaredaran qeyûn erkdarkirin.

KCK’ê desthilatdariya AKP-MHP’ê weke vîrûsa corona ya herî metirsîdar bi nav kir û diyar kir ku
aramnca êrîşên dewleta Tirk li dijî şaredariyên Kurdan pîskolojîk e û bi vî rengî dijminahiya mirovahiyê dike.

KCK’ê balkişand li ser rewşa niha ya girtiyên siyasî li Tirkiyê û diyar kir ku rewşa girtiyan ne baş e û bi taybet bi belavbûna vîrûsa Coron re xerabtir bûye, divê hikumeta demeldest tedbîrên pêwîst bigire.

KCK: Li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê pêwîstî bi rêxistinbûn û têkoşînê heye

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de teqez kir ku divê gelê kurd li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê rêxstinbûn û têkoşîna bilind bike û got:

Ev polîtîkayên êrîşkar ên desthilatdariya AKP-MHP’ê divê bibe wesîleya zanebûn, piştevanî û bilindkirina têkoşîna li dijî vê desthilatdariyê, divê gelê me xwe ji vî belayî rizgar bikin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button
Close
Close