HRE: Di çalakiyan de 2 çete hatin kuştin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji destê Hêzên Rizgariya Efrînê derbên xurt dixwin.

Hêzên rizgariyê ku bêhn li dagirkeran çikandiye, rojane çalakiyên bibandor lidar dixe.

Hêzên rizgariyê ragihand ku di encama çalakiyên wan yên li Efrîn û Ezazê de 2 çete hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyên xwe yên di navebera 20 û 23 Adarê de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê:

20’ê Adarê hêzên rizgariyê li navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyên artêşa tirk a dagirker li dar xist.

Çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Heman rojê hêzên rizgariyê li bajarê Efrînê li ser rêya navçeya Raco çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyên artêşa dagirker pêk anîn, çeteyek birîndar bû û seyareyek hat derbkirin.

21’ê Adarê jî hêzên rizgariyê li gundê Kefer Xaşir ê bajarê Ezazê çalakiyeke sekvanî li dar xist û çeteyek hat kuştin.

23’ê Adarê, hêzên rizgariyê li Qada Azadî ya navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyên dagirker li dar xist.

Têkildarî ziyanên li çeteyan bûyî, agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

Back to top button