10 ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ YÊN HDP’YÎ HATIN BINÇAVKIRIN

Binçavkirin û girtina sivîlan ji aliyê hikumeta faşîst a AKP’ê ve her roj zêde dibe.

Li Mêrsînê polîsan di serdegirtina avahiya HDP de 10 çalakgerên ku piştgirî didan çalakiya Leyla Guven binçav kirin.

Hevseroka (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 27 roj in li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Lê Polîsên hikumeta faşîst bi ser avahiyê de girt, û 10 çalakger binçav kir.

LI BEDLÎSÊ QEDEXEYA DERKETINA DERVE HAT ÎLANKIRIN

Li aliyê din qedexeya derketina derve di van demên dawî de jî zêde bûye.

Vê carê jî li 6 gund û 11 gundikên navçeya Xîzanê ya Bedlîsê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.

Leave a Reply

Back to top button