Li Idilbê tevî agirbesta Putin-Erdogan a ku derbasî roja xwe ya 20 bû, di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de bi çekên giran şer derket..
Her wiha cara 7. dewleta Tirk bêyî Rûsyayê dewriyeyek, li ser riya M4 a Lazqiyê-Heleb pêk anî.
Li Herêma Putin-Erdogan ku agirbest hatiye raghandin, şerê li ser erdê dewam dike.
Li deverên Fetîra û Kensefre yên girêdayê Cebel El-Zawiye yê Idlibê, di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çete de bi çekên giran şer derket.
Cara 7. Tirkiyê dewriyeyek bi tena xwe li rêya m4 pêk anî
Her wiha wek cara 7. jî di çaçroveya agribesta Puitn-Erdogan de dewleta Tirk li rêya M4 a Lazqiyê -Heleb dewriyeyek pêk anî.
Ev dewriye jî bêyî beşdariya hêzên Rûsyayê pêk hat..
Pira kifêr hat teqandin
Her wiha di çarçoveya nerazîbûna li dijî lihevkirina Putin-Erdogan de û ji bo pêknehatine dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye û Rûsiya, hin koman Pira Kifêr a ku li ser heman riyê dikeve teqandin.
Duh jî li Idlibê dinav bera çete û dewleta tirk de şer derket.
Di encamê de 2 panzerên artêşa Tirk hatibûn teqandin.
Li aliyê din Çavdêriya Sûriyê ya mafê mirovan ragihand ku koma çeteyan a bi navê “Ehrar El-Şam gef li 100 malbatên koçber ên ji gundewarê Şamê koçber bûne û li bajaroka Foa yê Idlibê bi cih bûne, xwar.
Çeteyan ji malbatan xwestine ku di nava 10 rojan de malên ku tê de ne, vala bikin.