Çeteyên dewleta Tirk 2 sivîl li navçeya Raco ya Efrînê revandin

 Li navçeya Reco ya Efrînê jî çete kiryarên Daîş’ê dubare dikin.

Li gundê Umera yê navçeya Raco ya Efrînê jî çeteyên dewlet Tirk a dagirker şêniyên bi navê Nezîr Cefer û Ehemd Cefer bi îdîa ku nimêj nakin, revandin û ji bo werin berdan 1000 dolar fîdiye xwestin.

Bi heman îdîayê, çeteyan terktorên şêniyên bi navê Henîf Hemo, Mihemed Îbiş û Remzî Bekir yên ji gundê Umera desteser kirin û 500 hezar L.S bace li wan ferz kirin.

Çavkaniyên herêmî jî diyar kir ku li gundê Umera yê Reco kesên ku wexta nimêjê dereng dimînin, çete bace li wan ferz dike.

Back to top button