Mismarî: Guman heye ku hin çeteyên Sûrî li Lîbyayê bi Corona ketine

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihand ku li Lîbya 16-20 çeteyên sûrî, bi gumana ku bi coronayê ketine, ew ji Barageha Miêtîqa birine, Tacoraa.

Ehmed Mismarî ragihand ku li gorî çavkaniyên wan ên pê bawer li Baregeha Miêtîqa, 16-20 çeteyên sûrî, bi gumana ku bi vîrûsacoronayê ketine, ji wir birine noqteya El-Rehebe ya li leşkerî ya li Tacoraa.

Mismarî diyar kir ku Fermandariya giştî, rewaşa van lêkolîn dike û teqez dike ku tenduristî û selametiya welatiyan Lîbya, ji karên wê yên pêşîn e û dê ji bo ku parastina gelê xwe li dijî hemû nexweşî, vîrûs û kesên ewlehiya welatê dixin metirsiyê, destûrê ji ti kesî negre.

Back to top button