Li Sûriyê kesên bi vîrûsa Corona ketine gihişt 5’an

Hikûmeta Şamê ragihand ku 4 kesên nû bi vîrûsa Coroanyê ketine. Bi vî awayî jimara kesên li welêt bi vîrûsê ketine gihişt 5’an.

Îro Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê ragihand ku 4 kesên nû bi vîrûsa Coronayê ketine.

Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku ev kes ji çend kesên ku di heftiya borî de ketibûn di bin çavdêriya tenturistiyê de ne.

Beriya sê rojan jî, Wezareta Tenduristiyê pêketina yekem kes bi vîrûsê ragihandibû.

Wezaretê Tenduristiyê destnîşan kir ku hemû kesên bi vîrûsê ketine ji derveyî welat hatine û ketina bin çavdêriya tenduristiyê de.

Ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsê Coronayê, hikûmeta Şamê tedbîrên mezin kirine.

Li herêmên di bin kontirola hikûmeta Şamê de qedexeya derketina çûnûhatina navbera bajaran hatiye qedexekirin, her wiha vekirina saziyên hikûmetê bi giştî hatiye taloqkirin.

Kesên ku van biryaran jî bişkîne cezya hate 10 salî jî hatiye ferizkirin.

Çavdêriya Mafê Mirov a Sûrî jî beriya demekê ragihand ku li herêmên bi din kontrola hikumeta Şamê û çeteyên dewleta tirk de bi dehan kes ji ber vîrûsê mirine.

Ji bo ku vîrûsa Corona li Sûriyê belav nebe, Amerîka hişiyarî da hikûmeta Şamê

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Morgan Ortagus, hişyarî da hikûmeta Şamê ku vîrûsa Corona bi awayekî mezin li welêt belav bibe.

Morgan Ortagus bang li hikûmeta Şamê kir ku tevdîrên guncwa ji bo parastina girtiyan li zinadanan jî bigire ku di nava girtiyan de Amerîkî jî hene.

Rêxistina Çavdêriyê ya Mafê Mirovan HRW jî diyar kiriye ku ger ku kesek tenê jî li girtîgehên Sûriyê bi vîrûsê bikeve wê dawiya wê karesat be.

Back to top button