DAIŞ’ê komkujiyek li payîtexta Evxanistanê pêk anî, 25 kes hatin kuştin

Hekûmeta Efxanistanê ragihand ku Çeteyên DAIŞ’ê li perestgiheke olî li Kabîl êrîş kir û bi dehan kes hatin kuştin.

Wezareta Karê Hundirîn ya Evganistanê bi riya daxuyanyekê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li Kabûlê êrîşî perestgeha Hindu-Sîh kir.

Wezaretê destnîşan kir ku di êrîşê de bi kêmanî 25 kes jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê ragihand ku 80 kes rizgar kirine û êrîşkarek jî hat kuştin.

Li gorî agahiyên hin aliyên Efxanî di dema êrîşê de 150 kes li perestgehê hebûn.

Hêjayî gotinê ye, ku beriya 50 salî li giştî Efxanistanê derdora nîv milyon Hindu-Sîhî hebûn, lê ji ber ji şerê navxweyî û gefên Tevgera Talîbanê, niha tenê 300 malbat mane.

Back to top button