Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, bajarê Zeltîn û deverine nêzî sînorê Tûnisê kontrol kirin û pêşketinên nû li derdora Terablusa paytext pêk anîn.
Ketîbeya “Tariq bi Ziyad” a Artêşê, duh êvarî diyar kir ku yekîneyên wan karîbûn derbasî kampa leşkerî ya li ser rêya Reqdalîn a çeteyên hikumeta Wîfaqê jî bibin û bi tememî kontrol bikin.
Her wekî li gorî daxuyaniya Artêşa Niştimanî, wan dest danî ser kampa el-E’sa ya nêzî sînorê Tunisê jî û bajarê Zeltîn rizgar kirin.
Li gel van pêşketinên nû jî, agirbesta ji bo Coronayê hat binpêkirin û şerekî dijwar navbera herdu aliyan de rû da.
Ku îro vê sibê, Artêşa Lîbî êrîşeke nişkayî ya çeteyan li ser baregeha el-Wetîye şkand.