2 mûşekên Katyûşa li nêzî balyozxaneya Amerîkî ketin

Şeva borî 2 mûşekên Katyûşa li nêzî balyozxaneya Amerîkî ya li Herêma Kesk a li nîva Bexdayê ketin.

Li gorî çavkaniyeke ewlehî, ev êrîş derengiya şeva borî pêk hat, di encamê de tenê zerarên madî hene.

Ev yek, çaremîn êrîş e ku di meha Adarê de li dijî Herêma Kesk, pêk tê.

Li vê herêmê, balyozxaneya Amerîkî û gelek navedên diplomasî yên navdewletî hene.

Herî dawî, beriya 2 hefteyan, êrîşek bi mûşek li dijî vê balyozxaneyê, pêk hatibû.

Back to top button