Artêşa Niştimanî, 8 çeteyên dewleta Tirk kuştin

8 çeteyên dewleta Tirk ên li Lîbyayê di bin siya hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî şer dikin, li ser destê Artêşa Niştimanî hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir ku ev çete di şerê duh de hatine kuştin û bi vê re, giştî jimara çeteyên kuştî li wir bû 151.

Li gorî Çavdêriyê, ev şer li derdora taxa Selahedîn, Remila, derdora Meşûr’ el-Hedeba û hinek deverên din ên Misratayê pêk hat.

Çavdêriyê da zanîn ku termên hinek çeteyan gihan Sûriyê û Artêşa Lîbî çeteyekî Sûrî jî dîl girt.

Ev çeteyên hatine kuştin, ji komên Lîwa el-Mutesim, Sultan Murad, Hemzat, Silêman Şah û Lîwa Siqûr el-Şemal in.

Heya niha, dewleta Tirk 4 hezar û 750 çeteyên xwe ji Sûriyê şandine Lîbyayê.

Back to top button