Ji ber belavbûna Vîrûsa Corona li gelek welatan, peydakirina devpoşkan bûye pirsgirêk.
Ji bo parstina ji vîrûsa coronayê werşeyek dirûtina devpuşkan li gundê Babinisê yê Şehbayê hat vekirin
Heyva sor a kurd a Efrînê çavdêriya werşeya devpoşkan dike.
Di werşeyê de 40 karker 13 seatan dixebitin.
Di dirêjahiya saetên kar de, karker rojê derdora 5 hezar heta 6 hezar dervpoşkan amade dikin.
Tîmên Heyva Sor a Kurd piştî pakkirina maskan, rojane devpoşkan li tevahiya şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê belav dikin.
Endamê Heyva Sor Musa Mihemed diyar kir ku ji ber rêxstinên cîhanî rewşa herêmê paşguh dikin, ew li gorî derfetên xwe devpoşkan çêdikin